Li Binarê Qendîlê êrîşên PDK’ê hat şermezarkirin

Êrîşên PDK'ê yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Welatiyên Binarê Qendîlê, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û êrîşên wê yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kirin.

Xelkê Binarê Qendîlê li gundê Bokrîskan bi pêşangtiya Meclîsa Gel ya Binarê Qendîlê bi armanca şermezarkirina êrîşên PDK’ê yên li ser Gerîlayên Kurdistanê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re kom bûn û li cihê çalakiyê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê ji aliyê Behrôz Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku weke tê zanîn di dîrokê de guhertina sînorê dewletan di bin toz û dûkêla şerên mezin de, bi qirkirina gelan, demokrasî nehatiye hesibandin, pêkanîna konsept û bernameyên faşîzmê ku ji wan re di van rewşa de cîbicî dibin. Ji ber vê yekê jî metirsiyeke cidî li ser gelê Kurd, Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn heye.

Di dewamê de wiha hate gotin; “Girîngiya Rojhilata Navîn a di pergala cîhanê û dîroka gelan de tê zanîn. Di dilê Rojhilata Navîn de jî Kurdistan heye. Hêza sereke ya ku Kurdistanê li ser piyan dihêle, rê û têkoşîna şoreşgerî diyar dike bêguman PKK ye. Ji ber vê yekê jî hêzên navxweyî û derve yên navneteweyî di şerê dagirkeran yê li hemberî gelê Kurd û parêzvanê wê PKK’ê de li rex dijmin cih digirin. Niha em di nava şerekê dijwar de ne. Kurdistan niha di qonaxeke dîrokî re derbaz dibe û çarenûsa gelê me di vê qonaxê de tê diyarkirin. Tevî vê yekê jî PDK û kesên di nav wê de yên girêdayî malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk agir bi mala mezin ya Kurdan dixin. Ew bi vê yekê Kurdistanê bi gel û pêşeroja wê ve dikin qurbanê berjendiyên malbata Barzanî. Li gel dijminên bav û bapîrê me Kurdan dikevin nave peywendiyên qirêj û kirêt. Xiyanet û nokeriyê dikin û dibin hevkarê dijmin û vê yekê jî bi awayekê pir zelal û eşkere dikin. Ragihandina Başûrê Kurdistanê û cîhanê jî nîşan da ku ew çawa ji dijminan re dibin mertal.”

Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên PDK’ê yên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û wiha hate gotin; “Ji bo ku Gerîlayên Azadiyê li dijî dijmin û dagirkeran çalakiyan nekin, PDK radibe artêşa Tirk tîne nav xaka Başûrê Kurdistanê, di nava cihên leşkerî, cihên kontrolê û baregehên xwe de bicih dike. Di roja 24 û 25’ê Çileyê de li devera Amêdiyê PDK’ê kemîn ji gerîlayan re danî, bi vê kemînê bûn sedema şehadet û birîndarbûna gerîlayan. Ji ber vê alîkarî û pêşengtiya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a dagirker re, bi rehetî tê nav xaka Başûrê Kurdistanê û li çiyayên wê bicih dibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê tevayî gelê Kurd û aliyên siyasî bi awayekê eşkere li dijî xeta xiyanetê rabin ser xwe da ku paşde gav bi vê xetê bidin avêtin, da ku deskeftî û xeyalên bi dehan salan yên gelê Kurd vala neçin. Herwiha hate gotin ya ku qedera gelê me diyar dike helwesta û berxwedana gelê Kurde.