Li Kerkûkê berxwedana li dijî artêşa Iraqê kete roja 29’an

Tekoşîna şêniyên Taxa Newrozê ya Kerkûkê ya li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê kete roja 29’an.

Artêşa Iraqê ku ketiye Taxa Newrozê ya Kerkûkê û hewl dide ku şêniyên taxê yên kurd ji malên wan derxîne û li şûna wan ereban bi cih bike. Şêniyên kurd ên taxê li ew 29 roj in bi çalakiya konvedanê li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê li ber xwe didin.

7 malên taxê ji aliyê artêşa Iraqê ve bi wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirin. Leşker hîn jî ji malên ku dagir kirine derneketine. Şêniyên taxê yên kurd li dijî vê dagirkeriyê bi çalakiya konvedanê li ber xwe didin.

Şêniyên taxê dibêjin ku piştî rejîma Basê, ew li wan xaniyan bi cih bûne û tu aliyên vê yekê yên neqanûnî tune ye. 

Taxa Newrozê ku ji 200 xaniyan pêk tê û bi giştî malbatên Kurd in. Şêniyên taxê ji ber ku li hemberî rejîma Basê derketin, neçar man ku koç bikin bajarên weke Hewlêr û Silêmaniyê. Piştî hilweşandina rejîma Beasê dubare vegeriyan taxa xwe û li vir jiyan.