Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, leşkerekî Tirk ê dagirker bi sekvaniyê hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26'ê Çileyê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Zapê;

27'ê Çileyê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Berxwedan bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

24, 25, 26 û 27'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Bêşîlî 3 caran, li herêma Xakurkê qadên Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Sinînê 7 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 4 caran, li herêma Garê qadên Yekmalê, Deşta Kafya 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."