Meşvanên Azadiyê li Elkê bi coş hatin pêşwazîkirin

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku xwe gihandin navçeya Elkê ya Şirnexê bi dirûşma "Bijî azadî, bimire koledarî" bi coşek mezin a bi heybet hatin pêşwazîkirin.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin gihiştin navçeya Elkê ya Şirnexê. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li ser rêya Elkê hatin pêşwazîkirin û li ber stranên kurdî govend hate gerandin. 

Piştre jî bi dirûşma “Bijî berxedana zindanan” dest bi meşê kirin û di ketina navçeyê de jî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 

Meşa ku bi tevlibûna xelkê navçeyê mezintir bû, ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dom kir. Di dema meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî azadî bimire koledarî” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 

Meşvan, li pêşiya avahiya partiyê ji hêla gel ve hate pêşwazîkirin. Li vir hemû welatî yek bi yek hatin pêşwazîkirin û piştre jî daxuyanî hate dayîn. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, da zanîn ku bajar bi bajar, navçe bi navçe û gund bi gund bi gel re tên gel hev û got ku dê meşa wan di 15’ê Sibatê de li gundê Amarayê bi dawî bibe. Ayan, wiha domand: “Armanca esasî ya meşa me azadiya birêz Ocalan e. Ev daxwaz helwesta li dijî polîtîkayên pişaftinê yên bi sala ye li dijî gelê Kurd tên ferzkirin e. Her wiha ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê birêz Ocalan dîsa weke muxatabê sereke bê qebûlkirin û li ser maseya muzakereyê rûne. Bi vê coşê em we tevan bi rêzdarî silav dikin.” 

Ji welatiyên di Meşa Azadiyê de cih digire Cengîz Yerlîkaya jî got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava 3 salên dawî de giran bûye. û ev tişt anî ziman: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake. Divê gel tev li van çalakiyan bibe û xwedî li nirxên xwe derkeve. Girtiyên siyasî ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Heke deng ji Îmraliyê neyê dê ji girtîgehan cenaze derkevin. Weke xizmên wan divê em bêdeng nemînin û xwedî li wan derkevin.”

Herî dawî jî Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe dê şerê li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebe. Lewma divê hemû parastvanên mafan li dijî vê tecrîdê derkevin. Weke rêxistina Botanê em jî dê 4 rojan bi Meşvanên Azadiyê re bin.” 

Piştî axaftinan, girse derbasî avahiya partiyê bûn û li vir govend hate gerandin. 

Piştî serdana vê derê dê meşvan derbasî gundê Roboskê bibin û gorên 34 welatiyên di 28’ê kanûna 2011’an de hatine qetilkirin ziyaret bikin.