'Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk tê wê ev meş bidome'

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Qersê gihişt Qerecobanê. Meşvanan qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn. Di meşê de ev peyam hate dayîn: "Heta azadiya Birêz Ocalan wê ev meş bidome."

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin ê Qersê di roja 6’emîn de di rê de ye. Meşvanên ku di saetên serê sibê de ji navçeya Kop a Mûşê bi rê ketin, gihiştin navçeya Qereçoban a Erziromê û ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Meşvanan ji ber salvegera erdhejên 6'ê Sibatê li navenda navçeyê bi gel re meşeke bêdeng lidar xistin. Meşvanên ku li stûyên xwe kurdeleyên reş girêdan, li navenda navçeyê ku hatinê daxuyaniyek dan.

Li vir Hevserokê MEBYA-DER'a Mêrdînê Salih Kuday axivî û kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Kuday ev tişt anî ziman, “Ez wê rojê li Semsûrê bûm. Ji ber ku malzemeyên pêwîst nebûn, me nekarî alîkariyê bidin mirovên di binê xirbeyan de asê man e. Desthilatdarî derfetê xwe nekir dewrê. Eger mudaxleya pêwîst hebûya, ewqas windahî nedibûn. Avahî ji ber ranta desthilatdarî hatin hilweşandin. Desthilatdarî di bin xirbeyan de ma. Ya ku hilweşiya desthilatdarî bû.”

Kuday, da zanîn ku li welêt krîzeke aboriyê heye ku roj bi roj kûr dibe û got, "Sedema vê yekê polîtîkayên şer e. Polîtîkayên şer ji tecrîdê ne serbixwe ne. Zêdeyî 35 meh in agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Birêz Ocalan gotibû ger derfeta wî hebe wê di nava heftiyekê de pirsgirêkê çareser bike. Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Heta ku Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe, ev meş wê bidome." 

Kuday, diyar kir ku tevî sermaye giran gel wan bi coşek mezin pêşwazî kirine û ji ber vê yekê spasiya gel kir. 

Meşvanên Azadiyê derbasî avahiya rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê bûn.