Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr nebaş dibe

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr nebaş dibe, ku di sala 2007'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn.

Mehmet Alî Ûgûr di sala 2007'an de li Şirnexê hate girtin û bi îdîaya 'xerakirina yekparebûn û yekîtiya dewletê' hate darizandin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.

Ûgûr ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, bi taybetî nexweşiya helandina hestî pê re heye. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Ûgûr nebaş bûye.

Endama Şaxê Wanê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Dersîm Erîşen li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê hevdîtin bi Ûgûr re kir û got, "Rewşa wî nebaş dibe."

Gulistan Demîr dayika Ûgûr jî got, "Dixwazim kurê min tavilê berdin."