Kaya: Divê her kes xwedî li vê berxwedana dîrokî derkeve

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya got, "Li gel zext û astengiyan jî em meşa xwe dewam dikin. Ew çiqasî bixwazin asteng bikin jî em bi biryardarî dimeşin. Divê em hemû xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bajarên Kurdistanê destpê kiriye, dewam dike. Meş wê heta 15'ê Sibatê dewam bike. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya ku tevlî baskê Wanê yê meşê bûye, li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivî.

HETA KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE

Kaya anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Polîtîkayeke tecrîdê heye ku li ser Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin. Şerek heye ku desthilatdarî li Kurdistanê dimeşîne. Ev meşa me bi biryardarî dewam dike. Li gel hin astengiyan jî em ê meşa xwe di dema diyarkirî de biqedînin. Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

EM Ê DEST JI DOZA XWE BERNEDIN

Kaya destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe û got, "Armanc û daxwaza bingehîn a meşa me ev e. Em di nava têkoşîneke mezin de ne. Tevî gelê xwe em ê vê têkoşîna xwe bi ser bixînin. Desthilatdariya heyî bi rêya polîtîkaya tecrîdê siyasetê dike. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin me dest bi vê meşa xwe kir ku navê 'Meşa Mezin a Azadiyê' lê hatiye kirin. Gel bi xurtî xwedî lê derdikeve. Meşa me li her derê bi coş û kêfxweşiyeke mezin tê pêşwazîkirin. Yên ku hewl didin asteng bikin bila baş zanibin ku em ê tevî gelê xwe dest ji vê doza xwe ya mafdar û rewa bernedin."

EM BI HEV RE JIYANEKE BI RÛMET AVA BIKIN

Kaya anî ziman ku desthilatdarî hewl dide bi destê hêzên ewlekariyê meşê asteng bike û got, "Tevî zext û astengiyê jî em meşa xwe dewam dikin. Ew çiqasî hewl bidin asteng bikin jî em bi biryardarî meşa xwe dewam dikin. Divê em hemû xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin. Pirsgirêka tecrîdê ne tenê ya hevalên me yên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine û ne tenê pirsgirêka dayikên me yên di Nobeda Edaletê de ne. Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Her kes çi ji dest tê divê di nava vê têkoşînê de bike. Tenê bi vî rengî tecrîd dikare bê têkbirin. Bi taybetî divê jinên me pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin; ji ber ku zerara herî mezin a şer li jinan dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Divê gelên bindest hemû yên li Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin vê meşê. Werin em bi hev re dawî li vê zilmê bînin, em bi hev re jiyaneke bi rûmet ava bikin."

DEM DEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Kaya got, "Ev meş di heman demê de meşa gelên berxwedêr a li dijî faşîzmê ye" û wiha dewam kir, "Li zindanan greva birçîbûnê heye. Girtî di nava çar dîwaran de li ber xwe didin. Li dijî bêhiqûqiyê mirov berdêlan didin. Berdêla herî giran jî ji aliyê gelê Kurd ve tê dayin. Divê êdî her kes bi berpirsyarî rabe, dem ew dem e ku her kes bikeve binê vî barî. Dem dema têkoşînê ye, dema yekîtiyê ye. Werin em bibin yek. Em ê daxwazên xwe li her devera ku digihêjin, bînin ziman. Em ê vê têkoşîna xwe ya rewa û mafdar heta dawiyê bimeşînin û ji bo serxistina vê têkoşînê li ber xwe bidin."