Meşa Azadiyê: Em ji xwe bawer in, em ê bi ser bixînin

Beşdarên 'Meşa Mezin a Azadiyê' ku gihîştin Qilabanê gotin, "Bila her kes dengê xwe bilind bike. Em çareseriyê bi hev re bînin. Em ji xwe bawer in, em ê bi ser bixînin."

Bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de ji Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Meş, di roja 5’emîn de dewam dike. Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qileban a Şirnexê hatin gel hev. Tevî hewayê sar jî heta demeke dirêj li vir govend hatin gerandin û beşdaran dirûşmên “Bijî berxedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, a niha aştî” berz kirin.

Di hevdîtinê de coşeke zêde hebû û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin axivî. Bartin got li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û ji bo pirsgirêka kurd jî çareseriyê dixwazin. Di 1’ê sibatê de me li Qers û Wanê dest bi meşê kir. Gund bi gund, tax bi tax digerin. Gelê kurd çareseriyê dixwaze, gelê kurd dibêje ‘bila rêberê me azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe.’ Her kesên daxwaza demokrasî, azadî, yekitî û wekheviyê dikin bila piştgiriyê bidin meşê. Dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re vê çareseriyê bînin. Em bi xwe bawerin, dê bi ser kevin.”

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî di axaftinên xwe de meşvan silav kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Abdullah Gun jî ev tişt anî ziman: “Em jî vê meşa pîroz pîroz dikin. Em dixwazin pirsgirêkên me yên civakî û pirsgirêka kurd bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.”

Çalakiya li vê derê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev” bi dawî bû.

Piştre jî meşvan bi esnafan re civiyan. Meşvan dê piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê.