Meşa Azadiyê li Agirî ye: Şikandina vê derhiqûqiyê di destê me de ye

"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hat destpêkirin, di roja 4’an de li navenda Agirî pêk hat.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Baskê meşê yê Qersê îro gihişt navenda Agiriyê. 

Meşvanên li navendê gihiştin hev, heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan.

Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 

Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan meşvanan. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û wiha got: “Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet bes nîne, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşîn e. Îro ji bo pîşesaziya çekan û bazirganên çekan bûdçeyên zêde tên veqetandin. Gelemperiya bûdçeya welêt ji bo şer tê veqetandin. Ev bûdçe ji berîka gel derdikeve. Heke ev bûdçe ji bo gel bihata bikaranîn niha rewşa her kesî baş bûya. Vaye ev meş jî sekna li dijî vê rewşê ye.” 

Bozdag, ev tişt anî ziman: “Divê ev meş bibe rojev û nîqaş li ser bên kirin. Divê dawî li siyaseta gel tînin dijberî hev bînin. Gelê Kurd bedela vê jî dide. Em ê li her cihê ku derbas dibin, van daxwazan vebêjin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Mercên nebaş hene. Girtî li dijî vê li ber xwe didin. Mirov li dijî bêhiqûqiyê bedel didin. Şikandina vê derhiqûqtiyê di destê me de ye. Lewma banga me j bo hemû gelan ew e ku bi hev re tevbigerin.” 

Piştî axaftinan, meşvan ber bi navçeya Panosê ve ketin rê.