BI DÎMEN

Panorama bi dîmen a çalakiyên YJA Starê

Gerîla TV li ser çalakiyên bi bandor ên gerîlayên YJA Starê yên sala 2023'an panoramayek weşand.

Di panoramayê de ku ji dîmenên çalakiyên bi bandor pêk tê, dîmenên beriya çalakiyê, dema çalakiyê û piştî çalakiyê hatin weşandin. Her wiha gotinên gerîlayên jin ên biryardariya çalakiyê hatin weşandin. Di kêliyên çalakiyê de jî dengê 'lê bide, lê bide' tê bihîstin.

Di dîmenên yek ji çalakiyan de tê dîtin, ku gerîlayên YJA Starê ketine nava çeperên dagirkeran û ji cihekî gelekî nêz bombeyên destan diavêjin.

Di panoramayê de dîmenê çalakiyên serdegirtin û sekvaniyê hate weşandin ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de hatin lidarxistin. Piştî çalakiyan jî dengê dirûşmên 'Her bijî', 'Bijî Serok Apo' tê bihîstin.