Meşvanên Azadiyê serdana malbata çalakvana fedayî Evrîm Demîr kirin

Meşvanên Azadiyê yên di nava baskê Qersê de cih digirin, serdana malbata çalakvana fedayî Evrîm Demîr (18) kirin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin ê Qersê serdana malbata Evrîm Demîr a 18 salî ku di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê tîrmehê de di 17’ê tîrmeha 2011’an de li baxçeyê mala xwe ya li navçeya Kopê laşê xwe dabû ber agir, kirin. Meşvanên ku cihê lê çalakî hatibû kirin ziyaret kirin, deqîqeyekê rêzgirtin kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal a li vir axivî, wiha got: “Evrîm Demîrê di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de laşê xwe da ber agir. Ez li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Îro em vê meşê jî tam ji bo ku kurd bibin gelekî azad û rêbertiyekî azad dikin. Em bi vê baweriyê ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Bavê Demîrê jî wiha got: “Em mafê xwe dixwazin tiştekî din naxwazin.” Dayika Demîrê, Suheyla Demîrê jî spasiyên xwe pêşkeşî meşvanan kirin. Demîr anî ziman ku dê dest ji doza xwe bernadin û ji bo serdanê spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.