Gerîla TV wê agahiyên berfireh û dîmenên çalakiya Metîna parve bike

Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe yên li Metînayê vedişêre. Gerîla TV wê sibê agahî û dîmenên çalakiyê bi berfirehî biweşîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 3’ê Sibatê saet 10.40’an li herêma Metîna ya li Qada Berxwedana Girê Ortê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û 3 jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker tenê mirina leşkerê xwe yê bi navê Kadîr Dîngîl ragihand û windahiyên xwe yên din jî veşart. Wê agahiyên berfireh û dîmenên vê çalakiyê sibê di Gerîla TV de were weşandin.