Meşvanên Azadiyê bi coş hatin pêşwazîkirin

'Meşa Mezin a Azadiyê' li Gundikê Melê bi coş hate pêşwazîkirin. Meşvan ber bi navenda Şirnexê ve bi rê ketin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin di roja 5’an de li navçeya Qileban a Şirnexê bi meşê dest pê kir. Meşvan, piştre derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn.

Xelkê bajarokê meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dahol û zirne hatin lêdan û meşale hatin vêxistin. Meşvanan yek bi yek hemû welatiyên ji bo pêşwazîkirina wan hatin silav kirin. Dayikên laçikspî jî meşvan hembêz kirin.

Meşvan û xelkê bajarokê ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya partiyê meşiyan. Di dema meê de dirûşmên “Bijî berxwedana İmraliyê", “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” berz kirin. Bi sedan kesên guh nedayîn barîna berfê, piştre jî govenda azadiyê gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Tu hêz nikarin xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire. Meşa me ya azadiyê heta birêz Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê bidome. Di destê me de nifteya berxwedan, azadî û aştiyê heye. Roj wê were wê deriyê Îmraliyê vebe û aştiyeke birûmet pêk bê.”

Meşvan piştre jî ber bi navenda Şirnexê ve ketin rê.