Meşvanên Azadiyê li Kopê hatin pêşwazîkirin: Bijî Serok Apo!

Çalakgerên di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de ne, li navçeya Kopê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' îro danê sibehê li navçeya Milazgir a Mûşê bi gel re hatin ba hev. Meşvanan pişt re ber bi navçeya Kopê ve ku 3 kîlometreyan dûr e meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bila bimire 15’ê Sibatê” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê bi işaretê serketinê piştgiriya meşvanan kirin.

Di daxuyaniya li navenda navçeyê hate kirin de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke mezin de ye. 3 sal in jî di bin tecrîdeke giran de ye. Ev tecrîd li hemû qadên me yên jiyanê berdewam dike. Em vê tecrîdê qet qebûl nakin. Heta ku tecrîd were rakirin em ê têbikoşin. Em dizanin ku heta tecrîd neyê rakirin tu pirsgirêkên li welat çareser nabin. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Heta ku ev tecrîd bidome dê tu kes li vî welatî bi awayekî azad nikare bijî.”

Piştî axaftinan girse derbasî avahiya DEM Partiyê bû. Li vir ji parastinên Ocalan û nîşeyên hevdîtinê hin beş hatin xwendin. Şêniyan demeke dirêj dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.