HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, 4 mobesse hatin îmhakirin

Li Xakurkê di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

3'ê Sibatê saet di 13:30'î de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist ku çeper çêdikirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

3'ê Sibatê saet di 13:50'î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

2'ê Sibatê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;

31'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me yên şer 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1'ê Sibatê li herêma Zapê, çepera me ya şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

31'ê Çileyê, 1, 2 û 3'ê Sibatê li herêma Qendîlê qadên Boblîska, Kortek, Dola Şehîdan 5 caran, li herêma Garê qadên Yekmalê, Girê Sîser, Girê reşît 5 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 5 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Şehîd Şerîf 3 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2'ê Sibatê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."