BI DÎMEN

Bozan: Armanca me azadiya fîzîkî ye, ne tenê rakirina tecrîdê ye

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê û got, "Armanca me azadiya fîzîkî ye, ne tenê rakirina tecrîdê ye."

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan li ser Meşa Mezin a Azadiyê ji ANF'ê re axivî, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd destpê kiriye.

Bozan got, "35 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Li Girava Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Meşa Azadiyê ku em di roja 5'an de ne, ne tenê destpêkek e, lê parçeyek ji pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ye. Me berê ber bi Gemlîkê ve meşek lidar xistibûn, li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Her wiha ji bo bibin dengê grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî Nobedên Edaletê hene. Em îro di roja 5'an e Meşa Azadiyê de ne ku ji Qers û Wanê destpê kir. Heta 15'ê Sibatê wê dewam bike."

Bozan bi bîr xist ku Meşa Mezin ji Qers û Wanê ji du baskan ve bi 75 kesan hate destpêkirin û got, "Ev 75 kes bi navê bi milyonan mirovî dimeşin. Li bajar, navçe û bajarokên em jê derbas bûn, me bi deh hezaran mirovên xwe dîtin, li ser tecrîdkirina Birêz Ocalan axivîn, nîqşa kirin û li her derê helwesteke hevpar hebû. Gelê Kurd Birêz Ocalan weke îradeya xwe dibîne û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî yekane muxatab dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze ku deriyên Îmraliyê bêne vekirin."

Bozan anî ziman ku di çalakiyên heta niha de daxwaza rakirina tecrîdê dihate kirin û got, "Dibe ku cara yekê ye bi vî rengî bi dengekî bilind daxwaza azadiya fîzîkî tê kirin."

'TECRÎD BANDORÊ LI 85 MILYON MIROVÎ DIKE, EM BI BIRYAR IN KU XWE BIGIHÎNIN ARMANCA XWE'

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got, "Dema ku em li ser tecrîdê diaxivin, em qala tecrîdeke girankirî ya ji 33, 34, 35 mehan dikin. Lê belê li Îmraliyê 25 sal in tecrîd heye. Li Îmraliyê ti tişt li gorî hiqûqê, mewzûatên neteweyî û navneteweyî bi cih nayê anîn. Dema mirov bala xwe dide siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê û bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, hingî tê dîtin ku eger tê xwestin pirsgirêkên vî welatî bêne çareserkirin divê Birêz Ocalan azad be. Ev meş ne tenê ji bo Kurdan e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bandorê li 85 milyon mirovî dike. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ye. Heta ku meşa me bigihêje armanca xwe, heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."