BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metînayê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li Metînayê weşand, ku 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê agahiyên berfireh li ser çalakiyê parve kiribû. Daxuyaniya HPG'ê ku îro hate weşandi, bi vî rengî ye:

"3'ê Sibatê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê, dema ku dagirker li hev civiyan, bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker tenê mirina çawişê pispor ê bi navê Kadîr Dîngîl eşkere kir, windahiyên xwe yên din eşkere nekir. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me hate lidarxistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî şehîd bûn."