Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Li herêma Metînayê;
3'ê Sibatê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê, dema ku dagirker li hev civiyan, bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker tenê mirina çawişê pispor ê bi navê Kadîr Dîngîl eşkere kir, kuştiyê xwe yê din eşkere nekir. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me hate lidarxistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî şehîd bûn.
Li herêma Xakurkê;
4'ê Sibatê saet di 14:20'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
2, 3 û 4'ê Sibatê li herêma Garê Girê Zengilê û qada Sêdarê 2 caran, li herêma Heftanînê qada Perexê 2 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê carekê, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Metînayê qada Dergelê 2 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."