Piştî şeş mehan têkildarî Werîşe Mûradî gilîname hate amadekirin

Têkildarî endama KJAR'ê Werîşe Mûradî de bi sûcdariya 'Hewldana li dijî ewlekariya neteweyî' gilîname hate amadekirin.

Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) di destpêka Tebaxa derbasbûyî de li Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin û 70 rojan qet agahî jê nehate wergirtin. Hate ragihandin ku der barê Werîşe Mûradî de gilîname hatiye amadekirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê 4'ê Sibatê daxuyaniyek da û diyar kir ku Werîşe Mûradî niha li Girtîgeha Evînê ya Tehranê girtî tê hiştin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku piştî şeş mehan li hemberî Werîşe Mûradî gilîname hatiye amadekirin û got, "Ji ber endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi sûcdariya 'Hewldana li dijî ewlehiya neteweyî' gilîname li hemberî Werîşe Mûradî hate amadekirin. Gilîname ji Şaxê 15'an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê re hate şandin."