Meşa Azadiyê didome: Em ê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bişikînin

Meşvanên Meşa Azadiyê yên li ser rêya Qersê, gihiştin navçeya Milazgir a Mûşê. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got: “Em ê ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bimeşin.”

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja 5’an de didome. Baskê meşê ya Qersê ku ji du aliyan ve hate destpêkirin, piştî Agiriyê di saetên siharê de gihişt navçeya Milazgir a Mûşê.

Şêniyên navçeyê Meşvanên Azadiyê silav kirin. Meşvan heta avahiya rêxistina DEM’ê meşiya. Kesên li derdor bi çepikan piştgirî dan meşê.

Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li ber avahiya partiyê axivî û diyar kir ku wekhevî, edalet û hiqûq ketiye rewşa pirsgirêkek giran de. Çîçek anî ziman ku welêt bi zext û mêtingeriyê tê birêvebirin û ragihand ku ew ji ber ku li vî welatî wekhevî, edalet û azadiyê diparêzin ketine rê.

Çîçek qurbaniyên erdheja ku navenda wê Mereş bû, bi bîr anîn û got: “Sibe salvegera yekemîn a erdhejê ye. Yên dibêjin, ‘Vatan, milet, Sakarya’ di bin kaviyan de man. Yên dibêjin, ‘Bila Kurd dayika xwe nebînin’ di bin kavilan de man. Di erdhejê de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lê ew hîna dibêjin, vatan, Sakarya. Yên ji vê erdnîgariyê re dijminahiyê dikin hûn in, ne em in. Encex gel dikare vê enkazê bişikîne.”

‘ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ BI MILYONAN E’

Çîçek wiha pêde çû: “Dema em dibêjin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, heqîqetek heye. Gelê Kurd birêz Ocalan weke rêberê xwe û yekane muxatab dibîne. Em ê li dijî her cure tecrîdê bisekinin. Beriya bi salan bi milyonan kes bi îmzeyan birêz Ocalan weke rêberê xwe qebûl kirin. Vê dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev heqîqet qebûl kir. Em nîşan didin ku heqîqet çiye. Ev rê rêya heqîqetê ye, pîroz be. Birêz Ocalan rêberê gelê Kurd e. Em ê ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bimeşin. Serketin a wan e yên ku ji bo azadiya xwe ketine rê.”

Endamên şandeya ku ketina avahiya partiyê, têkildarî armanca meşê bi gel re sohbet kirin. Hin nivîsên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Şande piştre ber bi navçeya Kop a Mûşê li meşa xwe dewam kir.