BI DÎMEN

Gerîla: Rêber Apo her tim bi me re ye

Gerîlayan diyar kirin ku berevajî armancên komplogeran, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav bûye û gotin, "Rêbertî bi ruh, fikir û îdeolojiya xwe timî bi me re ye."

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Kobanê anî ziman ku weke gerîlayên jin ew bi fikir, felsefe û îdeolojiya Rêbertî dijîn, wê komployê bi temamî têk bibin û tecrîdê bişikînin.

Gerîlayan têkildarî komploya navneteweyî û tecrîdê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Cizîr diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurdistanê rojeke reş e û li dijî vê yekê ew têdikoşin. Dijwar Cizîr ragihand ku hêzên serwer bi ragirtina Rêberê Gelê Kurd li nava çar dîwaran dixwazin pêşî li belavbûna fikrê wî bigirin û got, "Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, dibe ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve bi me re nîne, lê belê ji aliyê ruh, fikir û îdeolojiyê ve timî bi me re ye. Em bi ruhê Apoyî li Metîna, Avaşîn, Zap, Heftanîn û Xakurkê şer dikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin."

FIKRÊN WÎ LI CÎHANÊ BELAV BÛN

Gerîla Serdem Amanos jî diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan û mirovahiyê derbas dibe û got, "Dibe ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve dîl ketibe, lê belê fikrên wî îro li tevahiya cîhanê belav bûne. Rêber Apo rêberê bindestan hemûyan e. Ji xwe ji ber vê sekna xwe bû hedefa hêzên navneteweyî. Hewldanên me ew e ku vê komployê têk bibin ku dikeve sala 25'an. Ev yek jî bi dawîanîna li dîlgirtina Rêbertî dibe. Têkoşîna gerîla nîşan dide ku ev yek dûr nîne."

EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN Û TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Kobanê jî got, "Weke gerîlayeke jin dibêjim; heta ku gerîlayeke jin bi tenê bimîne jî heta ku gelê Kurd hebe wê fikir û felsefeya Rêber Apo her tim hebe. Sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Daxwaza wan ew e ku nehêlin dengê Rêbertî bigihêje me. Dewletên serwer û hegemon hîn ev rastî fêhm nekirine; em weke hêzên gerîla û gerîlayên jin bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî dijîn. Em bi îdîa ne; em ê bi têkoşîn û hewldanên xwe vê komployê têk bibin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û vê tecrîdê bişikînin."