Meşvanên Azadiyê li pêşiya Girtîgeha Panosê ne

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ çûn pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku greva birçîbûnê lê didome. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolan li vir axivî û got, “Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin."

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Kesên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku bi heman daxwaza greva birçîbûnê lê hatiye destpêkirin, daxuyaniyê dan.

Di daxuyaniya ku gelek caran dirûşma "Bijî Berxwedana Zindanan” hate berzkirin de Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat axivî. Canpolat got: "Armanca meşa me li dijî mirinê parastina jiyanê, li dijî tarîtiyê parastina ronahiyê ye. Gelê me ji bo pêşî li mirinan bigire têdikoşe. Em dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin me. Niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Em hemûyan silav dikin. Ew bi hêviyek mezin me dişopînin. Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin."

Bavê girtiya bi navê Hêlîn Ozdemîr a ku ew jî di greva birçîbûnê de ye Tekîn Ozdemîr got, "Keça min di greva birçîbûnê de ye. Ez jî dixwazim tecrîd bê şikandin û Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike."

Bernameya îro ya meşvanan bi dawî bû.