BI DÎMEN

Şervanên YBŞ'ê yên ji pêkhateya Ereb: Em li ser xeta azadiyê ya Rêbertî ne

Şervanên YBŞ'ê yê ji pêkahatiya Ereb gotin, "Em ê li xeta azadiya Rêbertî bimeşin û heya azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin, em ê têbikoşin."

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên ji pêkhateya Ereb, ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re axivî.

Şervanê YBŞ'ê Merwan Ereb ê ji gundê Medîbanê yê Şengalê anî ziman ku komploya 15'ê sibatê li dijî tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin û hate xwestin ku bi rêya vê komployê civaka Rojhilata Navîn bê fetisandin.

'RÊYA RÊBERTÎ RÊYA AZADIYA GELAN E'

Merwan Ereb got, "Bi vê komployê xwestin, hevjiyana azad a li Rojhilata Navîn belav bikin. Ji ber ku fikirê Rêber Apo li ser esasê rêya azadiyê ya gelan bû. Lewma dewletên sermayedar komplo li dijî Rêbertî kirin. Nexwestin ku jiyana hevpar a li Rojhilata Navîn bi pêş bikeve. Serok zanîbû ku wê Rojhilata Navîn veguhere qadeke çawa, ji ber wê jî di nava liv û tevgerê de bû."

'FIKRÊN RÊBER APO BERFIREH DIBIN, HER KESÎ VEDIHEWÎNE'

Merwan Ereb destnîşan kir ku ew li ser xeta neteweya demokratîk xwe bi rê ve dibin û got, "Fikir û felsefeya Rêber Apo temsîla hemû civakan dike. Cudahiyê naxe nava civakan, olan û baweriyan. Divê her kes li ser wî esasî tevbigere û fikrê Rêber Apo yê neteweya demokratîk ji xwe re bike esas."

Şervanê YBŞ'ê Merwan Ereb bi bîr xist ku komplo li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin û destnîşan kir ku divê civakên Rojhilata Navîn li ber vê komployê rabin.

'15'Ê SIBATÊ DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE ROJEKE REŞ E'

Şervanê YBŞ'ê Derwêş Sincarî jî qala komploya 15'ê Sibatê kir û got, "Rojeke reş e. Çima em weke rojeke reş bi nav dikin? Her kes zane ku serok serokekî neteweyî bû. Ev komplo li dijî wî hate kirin. Xwestin ku civakan û Rojhilata Navîn di tarîtiyê de bihêlin. Bi dehan sedemên din jî hene, ku weke roja reş were binavkirin."

Derwêş Sincarî destnîşan kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan dewleta Tirk a dagirker aciz kir û got, "Dewletên sermayedar nexwestin gel sûdê ji vê paradîgmayê werbigire. Serok beriya her tiştî azadiya gelan, azadiya jinan, jiyana bi hev re ya azad xwest. Lewma komplo lê hate kirin. Ji roja ku hate girtin û heta niha, kesî nekarî bi qasî Serok Apo li ser van esasan bixebite."

'ŞIKANDINA TECRÎDÊ WEZÎFEYA ME HER KESÎ YE, DIVÊ EM PÊK BÎNIN'

Derwêş Sincarî bi dewamî got, "Fikrê Serok hişt ku gel bi azad bijî. Di navbera mêr û jinê de cudahî nebe, xwe bi xwe bi rê ve bibe, jiyana xwe ya azad bi xwe destnîşan bike. Ji ber vê yekê jî gel îro xwe li ser fikrê Rêbertî perwerde dike, zane dike. Eger ne ji vî fikrî bûya, em ê çawa bijiyan? Şikandina tecrîdê li wezîfeya me her kesî ye. Divê em vê wezîfeyê pêk bînin."

Şervanê YBŞ'ê Derwêş Sincarî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û got, "Em azadiyê ji Rêber Apo, ji civak û gelan re dixwazin."