Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newroza gelê Kurd pîroz kir

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bi peyamekê Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got: “Dilsoziya we ya ji bo parastina nasname û çanda xwe îlhamê dide. Ji her tiştî zêdetir bila Newroza îsal bibe wesileya aşitî, ewlehî û aramiyê.”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesaba xwe ya fermî ya X’ê Cejna Newrozê pîroz kir û ev yek anîn ziman: “Ji gelê Kurd re. Bi wesîleya Newrozê em germtirîn silavên xwe li we dikin.  Newroz sembola serkeftina ronahiyê ya li hemberî taritiyê, hatina biharê û ruhê hêviyê ye. Îsraîl heyranê metanet û hêza gelê Kurd e. Dilsoziya we ya ji bo parastina nasname û çanda xwe îlhamê dide. Ji her tiştî zêdetir bila Newroza îsal bibe wesileya aşitî, ewlehî û aramiyê. Hêvî dikim ku hêviyên we weke kulîlkên biharê bişkivin. Newroz Pîroz Be.”