MOP’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir
MOP’ê bi peyamekê Newroza gelan pîroz kir û li hemberî banga dîrokî ya Rêber Apo û nêzîkatiyên PKK’ê yên têkildarî çareseriyê bang li dewleta Tirk kir ku pêngavên hewce biavêje.
MOP’ê bi peyamekê Newroza gelan pîroz kir û li hemberî banga dîrokî ya Rêber Apo û nêzîkatiyên PKK’ê yên têkildarî çareseriyê bang li dewleta Tirk kir ku pêngavên hewce biavêje.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) li ser navê gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî Newroza gelan pîroz kir.
MOP’ê di peyama xwe de got: “Weke MOP’ê em li ser navê gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî; di şexsê Mazlûm Dogan de ku yek ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê ye, Newroza gelê Kurd, Birêz Ocalan, PKK’ê, Tevgera Azadiya Jinan û gerîlayan pîroz dikin û lehengên ku bûne wesîleya van rojên dîrokî bi rêzdarî silav dikin.”
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku Newroz bi qasî ku mizginiya biharê ye, di heman demê de dengê têkoşîn, sembola azadî û hêvîya pêşerojê ye û hate diyarkirin ku zîhniyeta demokrasiya civakî ku hêvîya gelan e, li gel PKK’ê her sal zêdetir dibe.
Her wiha hate gotin ku navê vê hêviyê zîhniyeta demokrasiya civakî ye ku Birêz Ocalan û PKK li her derê vê yekê diparêzin û hate diyarkirin ku ev zîhniyet di Cejna Newrozê de veguheriye hêviya azadiyê.
MOP’ê di dawiya peyama xwe de ev yek anîn ziman: “Krîzên li seranserê cîhanê jiyana li Mezopotamya, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn veguherandiye dojehekê û li hemberî vê yekê Birêz Ocalan bi banga xwe ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ teza xwe ya çareseriyê pêşkêşî dewleta Tirk kir. Divê dewleta Tirk li hemberî van yekan pêngavan biavêje. Kesên ku parastina aşitî û pêkvejiyana birûmet dikin, dê ser bikevin. Weke MOP’ê em piştgiriyê didin nêzîkatiyên Birêz Ocalan û PKK’ê û bang li dewleta Tirk dikin ku li hemberî van yekan bi awayekî erênî tev bigere.”