Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi sernavê "Divê artêşa Iraqê dest ji helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gelê Êzidî berde" daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku artêşa Iraqê di dema fermanê de ji Şengalê reviya, gel di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt û niha radibe bi navê 'ewlekariyê' bêçekbûnê li ser civaka mexdûr ferz dike.
Êrişa li ser hêza YBŞ'ê ya li Şengalê weke helwesteke dijminane ya li hemberî hêza parastin û rêveberiya demokratîk a li Şengalê hate pênasekirin.
Bi dewamî hate bibîrxistin ku li Sûriyeyê hêzeke ku ji gelek komkujiyan berpirsyar e bûye rêveber, lewma metirsiyeke mezin li ser Şengalê çêbûye û hate gotin, "Di demeke bi vî rengî de hewldana artêşa Iraqê ku bêçekbûnê li Êzidiyan ferz dike balkêş e û cihê fikaran e."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku metirsiya qirkirineke nû ya li ser gelê Êzidî zêde dibe û bang li dewleta Iraqê, dewletên herêmê yên pêwendîdar û hêzên navneteweyî hate kirin ku di vê mijarê de hesas bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bang li hemû hêzên ewlekarî û parastinê yên Şengalê kir ku bibin yek, tifaqa civakî bê xurtkirin û ji bo parastina nirxên xwe, rêxistiniya xwe ji nû ve xurt bikin.