Li Liegeyê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Liege bi wesîleya Newrozê resepsiyonek hate lidarxistin.
Li bajarê Liege bi wesîleya Newrozê resepsiyonek hate lidarxistin.
Li bajarê Liege yê Belçîkayê bi wesîleya Cejna Newrozê resepsiyonek hate lidarxistin. NAV-BEL û Komîteya Enternasyonalîst a Belçîkayê resepsiyon lidar xistin. Gelek Kurd û dostên wan beşdarî resepsiyona li Newrozê bûn.
Di axaftinên hatine kirin de hate destnîşankirin ku Newroz berxwedan û serhildan e û ev tişt hate gotin: “Îro jî kevneşopiya dîrokî dewam dike. Kurd ji bo azadî û mafên xwe di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne.”
Piştî axaftinan, muzîk hate guhdarkirin.