Li Viyanayê eleqeya ji bo resepsiyona Newrozê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzasyona hevpar a Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûrya (FEYKOM) û Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzasyona hevpar a Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûrya (FEYKOM) û Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Resepsiyon roja Çarşemê hate lidarxistin. Gelek parlamenter, dîplomat, nûnerên partiya siyasî, sendîkavan û nûnerên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn. Ji Sefaretxaneya Bilind a San Marino Elena Molaroni, ji Sefaretxaneya Bilind a Romanya Tudor Vladacenco, Nûnera Hikûmeta Katalonya Kristina Schreiber, Serokkomarê berê yê Awûstûrya Dr. Heinz Fischer jî beşdarî şahiyê bûn.
Di axaftinên hatine kirin de, qala têkoşîna gelan, azadî û demokrasiyê hate kirin û têkildarî azadiya Rêber Apo bang hatin kirin. Di axaftina vekirinê ya Newrozê de wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku Newroz cejna berxwedan û hêviyê ye.
Ji endamtiya Meclîsê Pekr Baxant silavên Şaredarê Viyanayê Michael Ludwig ragihandin û diyar kir ku Newroz sembola serketin û hêviyê ye. Ji nûneriya FEYKOM’ê ev peyam hate dayîn: “Newroz xurtkirina nasnameya Kurd û aştiyê, teşwîq dike.”
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer piştevaniya xwe ya ji bo gelê Kurd anî ziman û got, bi salan girtina Rêber Apo li girtîgehê, ne wijdanî ye û divê azad bibe.
Midûrê Giştî yê Volkshilfe Awûstûrya Erich Fenninger jî destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de sembola berxwedan û serketinê ye.
Li ser navê Şaredariya Viyanayê peyamên piştevaniyê hatin ragihandin û resepsiyon bi dirûşmeya ‘Newroz pîroz be’ bi dawî bû.
Şahiyên Newrozê wê roja Înê jî dewam bikin. Roja Înê wê li Qada Alberina meşa Newrozê bê lidarxistin û agirê Newrozê bê vêxistin.
Şeva mezin a Newrozê jî 30’ê Adara 2025’an di saet 13.00’an de wê li Gasometer’ê be. Hunermend Azad Bedran, Sîmar, Alî Jiyan, Elî Gavan, Pinar Aydinlar wê derkevin ser dikê û siyasetmedar Idrîs Baluken û Zubeyde Zumrut jî wê baxivin.