Li Hamburgê ji bo girtiyên siyasî çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Navneteweyî Bi Girtiyên Siyasî re çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li ber avahiya Rothe Flora çalakî hate lidarxistin û hat xwestin ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Di çalakiyê de li ser navê ADGB’ê daxuyanî hat xwendin. ADGB’ê bal kişand bi ser şert û mercên giran ên girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyeyê û got: “Em ê têkoşîna ji bo azadiya girtiyên siyasî bidomînin”

Di çalakiyê de li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) de jî axaftin hat kirin û ev tişt hat gotin: “Pirgirêkên ku girtiyên siyasî rû bi rû tên li hemû derên cîhanê heman e. Ne tenê li Tirkiyeyê li Ewropa jî rewş heman e. Ecevît Pîroglû li Yewnanistanê wekî rehîn tê girtin, li Fransayê George Abdallah tevî biryara dadgehê hê jî girtî ye. Li Elmanyayê bi taybet girtinên li dijî siyasetmedarên Kurd dewam dikin. Li Tirkiye-Kurdistan û li her derê Ewropayê piştevaniya bi girtiyên siyasî re mezin bikin.”

Di çalakiyê de nameya ku girtiyê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas ê li Bremenê tê girtin hate xwendin.