KCDK-E: Newroza 2025 bila bibe Newroza Azadiya Rêber Apo

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê bang kir ku Newroza 2025'an bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo' bê pêşwazîkirin.

DAXUYANIYA KCDK-E'YÊ YA TÊKILDARÎ NEWROZÊ

KCDK-E'yê bi bîr xist ku kevneşopiya şoreşgerî ya Newrozê ji Kawayê Hesinkar heta bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan xeteke berxwedanê ye û ji bo gelê Kurd veguheriye sembola berxwedan, têkoşîn û azadiyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Newroz bûye di asta herî bilind de bûye beyana îradeyê ya piştevanî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd.

'BANGA SEDSALÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ TÊK BIR'

KCDK-E'yê diyar kir ku bi 'banga sedsalê' ya Rêber Apo re polîtîkayên îmha û înkarê hatin têkbirin û destnîşan kir ku bi vê bangê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kete rojeva siyaseta Rojhilata Navîn û navneteweyî. Her wiha ragihand ku di nava krîz, kaos û hilweşîna li Rojhilata Navîn de çareseriya 'neteweya demokratîk' a ku yekîtiya civaka demokratîk a gel û baweriyan ji xwe re dike esas, bûye hêvî.

KCDK-E'yê diyar kir ku divê Newroza 2025'an weke 'Newroza Azadiya Rêber Apo' bê pêşwazîkirin û bang kir ku di vê çarçoveyê de li her qadê bi ruhê seferberiyê pîrozbahî bêne lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo azadiya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên kar divê em agirê Newrozê ji her demê bêhtir bi xurtî geş bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, di pîrozbahiyên îsal de divê hêrsa li dijî tecrîdê bilind bibe û bang hate kirin ku pîrozbahiyên li hemû welat û bajaran bi taybetî yên li Elmanya, Swîsre û Fransayê veguherin serhildanê.

KCDK-E'yê destnîşan kir ku gelê Kurd wê li hemberî komploya navneteweyî û hemû rêbazên qirêj serî netewîne, berevajî vê yekê bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan û Rehşanan Newrozê li her derê veguherîne serhildanê û got, gelekî girîng e ku bi ruhê yekîtiya neteweyî daxwaza 'azadî û aştiyê' bê bilindkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê Kurd û dostên me divê li qadên Newrozê bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan li hev kom bibin û li dijî mêtingeriyê daxwaza azadî û wekheviyê bikin. Bi taybetî di salvegera 30'emîn a şehadeta Ronahî û Bêrîvan de divê Newrozê li her qadê bikin Newroza Azadiyê."