Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, vê hefteyê li qada Quai Wilson Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCR) lê ye, hat lidarxistin.
Beriya çalakiya rûniştinê di şexsê çalakvanên fedaî yên Kurdistanê Zulkuf Gezen û Avesta Xabur de deqîqeyek rêz hate girtin.
Piştre li ser navê Komîteya Amadekar a Cenevreyê ji aliyê Velî Eren ve daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Velî Eren Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo silav kir û wiha got: “Ev banga dîrokî baweriya me ya aşitî û demokrasiyê ya li herêmê me xurt kir û bêhnekî nû da têkoşîna azadiyê. Sekna wêrek û bi biryar a Rêber Apo ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê îlhamê dide her kesên ku lêgerîna aşitî û demokrasiyê dike. Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji bo bangê gavên pêwîst biavêje.”
Velî Eren wiha bang li OHCR’ê kir: “Ji sûcên şer û mirovahiyê ku desthilatdariya AKP’ê li dijî gelê Kurd pêk tîne, bêdeng nemînin. Bêdengmayîn hevkariya sûcê ye. Guh bidin vê banga dîrokî û ji bo pêkanîna aşitî û edaletê tevkariyê bikin.”
Çalakiya rûniştinê di saet 17:00’an de bi dawî bû.