KON-MED: Frankfurt ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî amade ye
Konfederasyona Saziyên Kurd a li Elmanyayê (KON-MED) ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li bajarê Frankfurtê ku wê di 29'ê Adarê de pêk were, banga tevlîbûnê kir.
Konfederasyona Saziyên Kurd a li Elmanyayê (KON-MED) ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li bajarê Frankfurtê ku wê di 29'ê Adarê de pêk were, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroza îsal wê bi dirûşma 'Ji bo civakeke demokratîk em xwe bigihînin Rêberê azad' bê pîrozkirin û bang li meclîsên gelê Kurd, federasyon, pêkhateyan kir ku ji bo tevlîbûna hemû Kurdistaniyan bixebitin. Her wiha bang hate kirin ku li ser bingeha 'Perspektîfa civaka aştiyane û demokratîk' Newroz di çarçoveya parastina destketiyên civakî û neteweyî de bê pîrozkirin.
KON-MED'ê ragihand ku li dijî dagirkerî û mêtingeriyê wê bi 'ruhê seferberiyê' li Frankfurtê li hev kom bibin û bang li şoreşger û dostên demokrat jî kir ku di vê roja dîrokî de li qadan bin.