Li Brîtanyayê hejmareke zêde ya kesên ku di nav de rêveberên partiyên siyasî, parlamenter, sendîkavan, şaredar û rehîb jî hene, Newroza gelê Kurd pîroz kirin û peyamên hevgirtin û têkoşînê parve kirin.
Peyamên wan bi vî rengî ne:
Parlamenterê Brîtanî Jeremy Corbyn: "Ji bo ku gelê Kurd li Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye û her derê siberoja xwe misoger bikin ez ê dengê xwe li parlamentayê bi kar bînim. Biryardariya gelê Kurd ji bo mîlyonan mirovên dixwazin cîhaneke aramtir ava bikin, çavkaniya îlhamê ye."
Şaredarê Haringey Peray Ahmet: "Newroz parçeyek ji destpêkên nû ye. Em bi tevkariyên civaka Kurd ên li bajarê xwe gelekî serbilind in. Çanda Kurdî parçeyek bêdawî ya nasnameya Haringeyê ye.”
Parlamenterê Partiya Karkeran Kim Johnson: "Newroz sembola nûbûn, berxwedan û hêviyê ye. Em piştgirî didin têkoşîna siyasî ya gelê Kurd."
Parlamenterê Southgate Bambos Charalambous: " Kurd dewlemendiyeke mezin pêşkêşî civakê dikin. Ez kêfxweş im ku bi wan re dixebitim û ez ê piştgiriya xwe ya ji bo civaka Kurd a ku mezin dibe, bidomînim. Ez hêvî dikim ku Newroz bibe wesîleya ronahî, hêvî û aştiyê."
Endamê Galler Senedd û lîderê Partiya Muhafezekar Darren Millar: "Newroz Pîroz Be! Ji gelê Kurd re tenduristî û bextewariyê dixwazim."
Rehîb Joe Ryan: “Newroz ji bo bîranîna Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî derfetek e. Ez dengê xwe li têkoşîna Kurdan zêde dikim. Newroz pîroz be!”
Siyasetmedarê Elman û Parlamenterê PE’yê Lukas Sieper: "Newroz cejna nûbûn, guhertin û hêviyê ye. Ji bo aştî, edalet û jiyaneke baştir derfetên nû derdikevin holê. Kurd û gelek gel li dora van nirxan dibin yek."
Michel Pongo (Endamê Meclîsa Şaredariya Chadwell Heath), Heledd Fychan (Endamê Partiya Galler Plaid Cymru), Anthony Smith (Endamê Demokratê Lîberal ê Herêma Lîndley), Krupesh Hiranî (Berdevkê Tenduristiyê yê Partiya Karker, Budce û Performans), Chris Lunday (Endamê Meclîsa Şaredariya herêma Lîboside û Uplawmoor) û Mark Isherwood (Endamê Galler Senedd a Bakur) jî hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re anîn ziman û hêviya aştî û azadiyê ji wan re xwestin.