Yek ji damezrînerên PJAK’ê Hecî Ehmedî jiyana xwe ji dest da
Yek ji damezrînerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Yek ji damezrînerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) di encama xwînariya mejiyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Hecî Ehmedî ê ji Urmiyeyê yek ji kesên ku di sala 2003’an de pêşengî ji avakirina PJAK’ê re kir.
Ehmedî ku zêdetirî 40 sal in li Elmanyayê jiyan dike, ji siyasetmedarên naskirî yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Hecî Ehmedî jiyana xwe ya siyasî ku li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin da destpêkirin, li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAK’ê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya neteweyî ya Kurd kir.