Li Emenistanê agirê Newrozê hat vêxistin
Li herêmên Almavîr û Elegez ên Ermenistanê agirê Newrozê hat vêxistin.
Li herêmên Almavîr û Elegez ên Ermenistanê agirê Newrozê hat vêxistin.
Şêniyên gundê Araks ya herêma Almavîrê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” agirê Newrozê vêxistin.
Şêniyan Newroza Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîroz kirin.
Li qada Newrozê daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin: "Daxwaz û hêviya gel ew e ku ev Newroz bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistana azad. Newroz ji bo me roja berxwedan û têkoşînê ye. Em Newroza azadiyê li hemû gelê Kurd pîroz dikin."