Ji KCDK-E'yê ji bo siyasetmedar Hecî Ehmedî peyama sersaxiyê

KCDK-E ji bo Hecî Ehmedî yê ku ji bo têkoşîna neteweyî ya Kurd kedeke mezin da, daxuyaniyek da û diyar kir ku wê gelê Kurd Hecî Ehmedî ti carî ji bîr neke.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo avakarê PJAK’ê Hecî Ehmedî yê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.

KCDK-E diyar kir ku Hecî Ehmedî ji temenê xwe yê ciwan ve ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya. KCDK-E bibîr xist ku Hecî Ehmedî li Ewropayê di nava gelek sazî û pêkhateyan de yên weke Komaleya Xwendakarên Kurd, Parlementoya Kurdistanê, Hevserokatiyê PJAK’ê û KNK’ê de cih girt.

KCDK-E di peyama xwe de ev yek got, “Hecî Ehmedî kesayetekî ku ji bo tekoşîna netewî ya Kurd kedeke mezin daye, li pey xwe şopek mezin hiştiye û kesayetek şoreşger ê ku tu caran naye ji bîr kirin e. Gelê Kurd tu carî wê Hecî Ehmedî ji bîr neke. Ew ê her tim di nav têkoşîn û gelê me de bijî. Em wek KCDK-E wî bi hürmet bibîr tînin. Ji bo malbata wî û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.”