Êrîşên qirkirinê li Viyaneyê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awusturya Viyanayê bi armanca protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meşek li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awusturya Viyanayê bi armanca protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meşek li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awusturya Viyanayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk protestokirin. Meş bi pêşengiya DEMKURD, ADHF, ADIF û ATIF’ê ve hat lidarxistin. Meş ji Neubaugasse heta MuseumsQuartierê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin û berxwedana gelê Kurd silav kirin.
Piştî meşê axaftin hatin kirin û hate gotin: “Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Divê êrîş û komkujiyên li ser gelê Kurd bên rawestandin. Divê her kes bi baldarî nêzî peyam û banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe.”
Gelek kesên ji pêkhateyên cuda tevlî çalakiyê bûn û peyamên piştevaniyê dan.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.