Nobeta Azadiyê di hefteya 665’an de dewam dike

Koma ku ji bajarê Marignane ya Fransayê hat Nobeta Azadiyê ku 665 hefte ne li Strasbourgê dewam dike, dewr girt.

Nobeta Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, dewam dike.

Di hefteya 665’an de koma ku ji bajarê Marignane ya Fransayê hat Nobeta Azadiyê dewr girt.

Koma ku çalakiyê dewr girt, banga dîrokî ya Rêber Apo silav kirin û diyarkirin ku ew ê ji bo avakirina Aşitî û Civaka Demokratîk bixebitin.

Çalakvanan Cejna Newrozê ya gelê Kud pîroz kirin û bang li her kesî kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan.