Komkujiya Berxbotanê li Swîsreyê hat protestokirin
Li Bern û Luzernê komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk anî, hat protestokirin.
Li Bern û Luzernê komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk anî, hat protestokirin.
Dewleta Tirk a dagirker şeva 17’ê Adarê bi SÎHA û çekên giran li gundê Berxbotan ê Kobanê ji heman malbatê 8 jê zarok 10 kes qetil kirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Adarê de bi balafirên bê mirov li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek hedef girt û ji heman malbatê dayik, bav û 8 zarok qetil kirin. Komkujiya Berxbotanê li bajarên Luzern û Bernê yên Swîsreyê hatin protestokirin.
LUZERN
Kurdistaniyên li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê (CDK-Lu) li Bahnhofplatzê kom bûn ji bo bîranîna malbata hat qetilkirin deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê CDK-Lu Ercan Guneş axivî û got: "Yên ku li Kobanê, Sûriye û Roboskî komkujî kirin xwedî heman zîhniyetê ne. Kurd van kujeran baş nas dikin.”
Guneş destnîşan kir ku heta berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin ew ê qadên xwe terk nekin û wê rûyên kujeran eşkere bikin.
Li ser navê PYD'ê Ehmed Sebrî jî axivî. Ehmed Sebrî banga Rêber Apo silav kir û wiha got: "Ev komkujiyên dewleta Tirk di demeke ku behsa aştiyê tê kirin pêk hatin û ev yek nîqaşên aştiyê pûç dike."
Ehmed Sebrî anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û wiha domand: “Gelê Kurd li hemberî êrîşan dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernade."
BERN
Li Bernê jî bi heman armancê gel li Bahnhofplatzê hatin ba hev. Di daxuyaniya hat dayîn de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku demildest van komkujiyan rawestînin.
Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniya bi Elmanî û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.