Li Gavleyê agirê Newrozê hat pêxistin

Li parkeke bajarê Gavle yê Swêdê agirê Newrozê hat pêxistin û govend hatin gerandin.

Li bajarê Gavle yê Swêdê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.

Di pîrozbahiya ku li Parka Boûlogner hate lidarxistin de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Jîn Hajo axivî û pêşî şehîdên Newrozê bi bîr anî.

Jîn Haco got, "Bi banga dîrokî Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re em ê têkoşîna xwe bi formeke nû bidomînin."

Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rêber" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.

Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin û li ber muzîkê govend hate gerandin.