Li bajarên Îngilistanê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Îngilistanê gelê Kurd û dostên wan li gelek bajaran derketin qadan û bi şîara ‘ji Rêber Apo re azadî’ Newroz pîroz kirin.
Li Îngilistanê gelê Kurd û dostên wan li gelek bajaran derketin qadan û bi şîara ‘ji Rêber Apo re azadî’ Newroz pîroz kirin.
Li bajarên Liverpool, Sheffield, Birmingham ên Îngilistanê û paytexta Skoçya Edinburgh’ê bi sedan kes bi wesîleya Newrozê daketin qadan û dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi sedan kes li Princess Park hatin ba hev. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, piştre li parkê agirê Newrozê hate vêxistin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Gel flamayên Rêber Apo jî hil da û li ber stranên Newrozê û şoreşa Kurdistanê govend gerand.
Kurdistanî bi cil û bergên neteweyî beşdarî Newrozê bûn û gerîla jî hatin silavkirin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Egîd Pîrsus got, “Newroz manîfestoyeke azadiyê ye ku bi paradîgmaya Rêber Apo zincîrên koletiyê şikandiye, gelê Kurd jinûve afirandiye û veguherandiye yek ji gelên herî bi rûmet.”
LI SHEFFIELD’Ê AGIR HATE VÊXISTIN
Li bajarê Sheffield ê Îngilistanê gelek Kurdistanî li parka navendî hatin ba hev, agir vêxistin û Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” hatin berzkirin û flamayên Rêber Apo hatin hildan. Di şahiyê de agirê Newrozê ji aliyê jinan ve hate vêxistin û li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Zerdeşt Hemrewî wiha got: “Newroz roja ji dayikbûna jinûve ya gelê Kurd e. Newroz, roja berxwedanê ya gelê Kurd e. Newroz, roja azadiyê ya gelê Kurd e.”
Ji Başûrê Kurdistanê Armanc Helebce jî got, azadiya Rêber Apo azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e.
Di şahiyê de helbestên ji bo Newrozê hatin xwendin û Kurdistanî bi saetan li dora agirê Newrozê govend gerandin.
Li navenda bajarê Birmingham ê Îngilistanê bi pêşengiya Tevgera Koçberên Kurd a Îngilistanê Kurdistanî hatin ba hev û Newroz bi coş pîroz kirin. Di şahiyê de flamayên Rêber Apo hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Daxuyaniya hevpar a ji aliyê rêxistinên cuda ve hatî amadekirin, hate xwendin.
LI EDINBURGH’Ê JÎ AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN
Li paytexta Skoçya Edinburgh’ê Kurdistanî li ber avahiya Navenda Civaka Kurd a Edinburgh’ê hatin ba hev, agir vêxistin û Newroz pîroz kirin. Li dora agir govend hate gerandin û stranên gerîla û Newrozê hatin gotin. Di axaftinên hatin kirin de, Newroza Rêber Apo hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyên Newrozê heta derengî şev, bi gerandina govendê ya li dora agirê Newrozê hate pîrozkirin.