Sersaxiya Hecî Ehmedî di roja duyemîn de didome
Ji bo hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) ê ku li nexweşxaneya Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, sersaxî hate danîn.
Ji bo hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) ê ku li nexweşxaneya Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, sersaxî hate danîn.
Sersaxiya Hecî Ehmedî di roja duyemîn de didome. Di merasîma sersaxiyê de ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê biraziyê Hecî Ehmedî Şoreş Sedefî axivî.
Nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî di nav de gelek siyasetmedar û dostên Kurdan beşdarî merasîmê bûn.
Sersaxiya li Mala Kurdan a Kolnê hatiye danîn wê heta 21'ê Adarê roja Înê saet 15.00-19.00'an bidome.
Her wiha wê di 30’ê Adarê de jî li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranîna Hecî Ehmedî bê lidarxistin.
Hecî Ehmedî yê ji Mahabadê ye, yek ji pêşengên damezrandina PJAK'ê ya sala 2004'an bû û ji sala 1964'an û vir ve li Elmanyayê li sirgûniyê dijî.
Hecî Ehmedî, di avakirina Komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropayê dest bi xebatên siyasî kir û di Parlamentoya Kurdistanê ya li Sirgûnê, Hevserokatiya PJAK’ê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi awayekî çalak xebitî. Hecî Ehmedî ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd xebateke girîng meşand.