Kurdistaniyan bi meşaleyan cadeyên Ewropayê ronî kirin
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê bi meşaleyan meşa Newrozê pêk anîn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê bi meşaleyan meşa Newrozê pêk anîn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li gelek navendan bi meşaleyan meşa Newroz pêk anîn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.
INNSBRUCK
Li Qada Marktplatz a li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê agirê Newroz hate pêxistin. Şahiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatî lidarxistin, bi merasîma rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Piştî ku danezanên bi Kurdî û Elmanî hatin xwendin, govend hate gerandin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Newroz" berz kirin.
Şahî, pîştî ragihandina şahiya ku dê di 29’ê Adarê de bi tevlîbûna Şehrîbana Kurdî, Sîpan Xelat, Erdogan Emîr, Azad Bedran û hunermendin din were lidarxistin, bi dawî bû.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Kurdistanî bi hilgirtina flamayên kesk, sor û zer, flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê li Qada Pontor li hev civiyan. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn û girse bi meşaleyan heya Qada Elisenbrunnenê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiya. Girseyê li vir agirê Newrozê pêxist û li gel dahol û zirneyê govend gerand.
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê jî şahiya Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî meşa ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Soreşger hatî lidarxistin, bûn.
Kurdistaniyên ku li kompleksa çandê ya li Rote Florayê ya li navçeya Sternschanzeyê li hev civiyan, li vir govend gerandin.
Piştî gerandina govendê girse ber bi Girtîgeha Damtorê ve ya ku girtiyên siyasî Kenan Ayaz, Kadîr Saka û Nîhat Asût lê tên girtin, meşiya.
Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Azadî ji bo girtiyên siyasî”, “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û li navçeya Gansemarktê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan haye derengî şahiya xwe domand.
Kurdistanîyên li bajarê Hamburg û derdora wê dê roja Yekşemê jî li Hamburgê li hev bicivin.
DARMSTADT
Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê sibehî zû li Qada Friedensplatzê li hev civiyan û li vir kon vedan. Di konên hatine vedan de stranên bi Kurdî hatin vekirin û çanda Kurdî hate nasandin.
Ber bi êvarê ve jî meşa meşaleyî li Qada Friedensplatzê dest pê kir. Weke her sal îsal jî Kurdistanî û dostên xwe li mezintirîn cadeya bajêr bi cil û bergên xwe yên gelêrî meşiyan û li Qada Friedensplatzê agirê Newrozê pêxistin.
Di şahiyê de Koma Azad, Koma Hezex û koroyên Zarokan ên Darmstadt û Bensheimê derketin ser dikê û Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê Murşîde Oltan têkildarî girîngiya Cejna Newrozê axaftinek kir.
Şahiyê, bi gerandina govendê ya li gel dahol û zirneyê heya saetên derengî berdewam kir.