BI DÎMEN

Komkujiya Berxbotanê li Munîhê hat protestokirin

Komkujiya Berxbotanê ku 8 jê zarok 10 kesên ji heman malbatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Munîhê bi çalakiyekê hat protestokirin.

KOMKUJIYA BERXBOTANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrîşî malekê kir. Di êrîşê de dayik û bav û 10 zarokên wan hatin qetilkirin. Komkujî li bajarê Munîh yê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munihê û Defend Kurdistan li Odeons Platzê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Komkujî berdewam dikin. Herî dawî di encama êrîşa li ser Kobanê de ji heman malbatê 10 kes hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de banga hestiyariyê li raya navneteweyî hat kirin.

Her wiha li dijî êrîşên li ser gelê Kurd peyamên piştevaniyê hatin dayîn.