Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) bi boneya Cejna Newrozê peyamek nivîskî weşand.
Di peyamê de hate diyarkirin ku Newroz ku sembola kevneşopiya têkoşînê ya gelê Kurd li dijî mêtînkariyê ye û roja berxwedanê ya gelên bindest e.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku Newroza 2025’an ji bo têkoşîna gelê Kurd, kedkar, karker û hemû beşên bindest di qonaxekî dîrokî de tê pîrozkirin.
Di berdewamiya peyamê de ev bang hate kirin, “Werin em hêza vejînê ya Newrozê îro veguherînin hêza têkoşînê ya gelên bindest! Li hemû bajarên Ewropayê bi vêxistina agirê Newrozê ronahiya azadiyê ya Mazlûm, Ronahî, Bêrîvan û Tûncayan hilbigirin.”