Li Awûstralyayê malik li çixarekêşan şewitî!

Li Awûstralyayê baca li ser tûtinê 12.5 ji sedî hate zêdekirin. Pakêta çixareyê ya klasîk jî bû 30 euro. Yên ku ji wesayita xwe çixareyê biavêje derve jî wê bi rengekî giran bên cezakirin.

Hikumeta federal biryar da ku 12.5 ji sedî baca tûtinê zêde bike. Li gorî qenala televîzyonê ya 7News, pakêteke çixareyê ya klasîk mîka Marlboro Gold wê bi 49 dolarê Awûstralyayê (30 euro) bê firotin.

Yekî/a çixareyê bikişîne wê salane maliyeta xwe derdora 10 hezar dolarî be. Ji ber ku buhayê çixareyê li welêt timî zêde dibe, ev yek bû sedem ku markayên çixareyan ji ser pakêtan rabin û ji ber guhertinên qanûnî jî hema bêjin ku kişandina çixareyê li nava civakê ji holê radibe. Firotina çixareya li mirovên di temenê zarokatiyê de bi temamî hate qedexekirin, li ser ti pakêteke çixareyê wê reklama markayê nebe.

Li kolanan û li salonên lîstikê û deverên mîna wan, bikaranîna tûtinê yan jî çixareya elektronîk hate qedexekirin. Kafeterya, şaneşîn, plaj, girtîgeh jî çend ji deverên ku çixare lê hatin qedexkirin. Yên ku li gorî vê qedexeyê tevnegerin wê ceza li wan bê birîn.

KESÊ KU BACEYA WESAYITA XWE ÇIXAREYÊ BIAVÊJE WÊ 6.800 EURO CEZA LÊ BÊ BIRÎN

Li Gal a Nû ku ji meha Îlonê ve ji ber şewata li daristanan dişewite, kesê ku çixareyê ji paceya wesayita xwe biavêje derve wê bi 6 hezar 800 Euro (11 hezar dolarê Awûstralyayê) bê cezakirin. Ji ber şewata li daristanan heta nia 29 kesan jiyana xwe ji dest dan, milyarek heywan mirin û qadeke ji 10 milyon hektarî şewitî.