Tiwaleta li ser goristanê hîn li şûna xwe ye

Tiwaleta ku Qeymeqam û qeyûmê Artemêtanê di sala 2017'an de li ser goristana Ermenan û Girikê Dîlkaya hate çêkirin, hîn jî li şûna xwe ye.

Qeymeqam Atif Çîçeklî ku di sala 2016'an de li Şaredariya Artmêtanê ya Wanê weke qeyûm hate tayînkirin, di sala 2017'an de li Girikê Dîlkaya yê dîrokî û Goristana Ermenan tiwaletek da çêkirin. Tevî ku 3 sal di ser re derbas bûn tiwaleta li ser goristan û girikê dîrokî hîn li şûna xwe ye.

HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de bi rêjeyeke bilind şaredariya Artemêtanê bi dest xistibû. Lê belê Qeymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî ku tê naskirin xizmê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ye, weke qeyûm hatibû tayînkirin. Şaredariya Artemêtanê ku heta 31'ê Adara 2019'an ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin û qeyûm Çîçeklî ew bi rê ve dibir, di 31'ê Adara 2019'an de careke din bi rêjeyeke bilind a dengan kete destê HDP'ê. Lê belê vê carê jî bi hinceta 'namzet bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin' şaredarî radestî Îsmaîl Say ê AKP'î hate kirin.

Tiwaleta ku qeyûm Çîçeklî li ser goristana Ermenan û Girikê Dîlkaya yê dîrokî da çêkirin, tevî ku sê sal di ser re derbas bûn hîn nehatiye rakirin. AKP ku piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dest danî ser Şaredariya Artemêtanê, şaredarî radestî namzetê xwe kir. Tevî ku 11 meh di ser hilbijartinên xwecihî re derbas bûne tiwaleta li ser goristanê hîn li şûna xwe ye. Qeyûm Atif Çîçeklî ji bo plajê li ser girik û goristanê tiwalet û kabînên kincguhertinê da çêkirin. Girikê dîrokî tevî ku li qada sîtê ye, ji ber ku ji aliyê dewletê ve ti tedbîr nehatiye girtin ji aliyê defînegeran hatiye xerakirin.

GIRIKÊ 5 HEZAR SALÎ HATIYE XERAKIRIN

Girikê Dîlkaya ku tiwalet li ser hatiye çêkirin, di sala 1984'an de bi karekî hevpar ê Zanîngeha Egeyê, Muzeya Wanê, Navenda Lêkolînên Arkeolojiyê û Dîrokê ya Herêma Wanê ve hatibû lêkolîn. Di encamê de jî derketibû holê ku Girikê Dîlkaya wargeheke ji serdema navîn a 3 hezar sal beriya zayînê ye û gelek nîşaneyên ji wê serdemê man hatin dîtin. Li dora girik 24 deverên ku hestiyên cesedên hatin şewitandin lê dihatin bicihkirin hatibûn keşifkirin. Girik weke yekem devera ku emeliyata mejî lê hatiye kirin tê naskirin.

BI DEHAN HESTIYÊN MIROVAN EŞKERE BÛN

Dema ku qeyûm di sala 2017'an de karê çêkirina tiwaletê û plajê dida kirin bi dehan hestiyên mirovan li herêmê derketibûn holê. Li taxa ku demekê Ermen lê bûn, tê gotin ku herêm goristaneke Ermenan bû. Tax di heman demê de ew dever e ku wênevanê Ermen Arshîle Gorky lê ji dayik bû. Tevî ku sê sal di ser çêkirina tiwaletê li ser goristanê re derbas bûne hîn jî nehatiye rakirin ku ev yek jî dibe sedema nerazîbûnan.