Li Hannoverê bîranîna ‘Halîm Dener’: Tundiya dewletê hate protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê nêzî 250 kes tevlî merasîma bîranînê ya Halîm Dener bûn ku dema 16 salî bi guleya polîsan hate qetilkirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê nêzî 250 kes tevlî merasîma bîranînê ya Halîm Dener bûn ku dema 16 salî bi guleya polîsan hate qetilkirin.
Dener di sala 1994’an de dema ji bo Tevgera Kurd afîş didaliqand, bi guleyê hate qetilkirin. Dener hewl dida bal bikişîne ser şerê li Kurdistanê. Bîranîn bi dirûşmeya “Têkoşînan Bike Yek!” hate lidarxistin.
Nûnerên rêxistinên civakî û siyasî di merasîmê de axivîn û li dijî nîjadperestî, zexta dewletê û şeran banga têkoşîna hevpar kirin.
Pêkhateyên mîna NAV-DEM, Rote Hilfe, IL (Çepa Mudaxilekar), Juna, Women Defend Rojava û MLPD mirina Halîm Dener weke semboleke sîstema ku tundiya dewletê rewa dike, pênase kirin. Firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û qedexeya li ser PKK’ê jî ya li Elmanyayê hate rexnekirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zext tenê bi Elmanyayê re sînordar nîne; ji Rojava heya Fîlîstînê, ji Sûdanê heya Latîn Emerîkayê piştevaniya bi hemû têkoşînan re girîng e. Projeya civaka ekolojîk û şoreşa azadîxwaziya jinê ya li Rojava mînak hate nîşandan.
Merasîm bi gotina “Têkoşîna azadiyê ya Halîm Dener sînor nas nake” bi dawî bû.
Dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin, li ber muzîkê qurnefîlên sor hatin danîn û ji bo Dener bîrdariyeke sembolîk hate danîn.