Guhertina avhewayê dikare bibe sedema penaberiyê!

Komîsyona Mafên Mirovan a NeteweyêN Yekbûyî hikum da ku yên ji ber guhertina navhewayê welatê xwe terikandine xwedî mafê penaberiyê ne. Ev biryar weke 'biryareke dîrokî' tê dîtin.

Yek ji welatên ji giravê, ku guhertina avhewayê herî zêde bandorê lê dike, Kîrîbatî ye ku li Pasîfîkê ye. Penaberekî ji Kîrîbatî li hemberî dersînorkirina xwe ya ji Zelanda Nû gilî kir. Ji giliyê xwe jî mafdar hate dîtin. Biryara di vê der barê de hate dayin ji bo penaberên avhewayê yên dema bê girîng tê dîtin.

HINCETÊN AVHEWAYÊ 'JI ALIYÊ PÎVANÎ VE' DIKARIN BIBIN SEDEMA PENABERIYÊ

Penaberê ku beriya sala 2015'an xwe li Zelandaya Nû girtin, piştre hate dersînorkirin. Penaber tevî malbata xwe li dijî vê yekê gilî kir û der barê serlêdana wî de hikum hate dayin ku guhertina avhewayê ji aliyê pîvanî ve dikare bibe sedema penaberiyê. Komîteya Mafên Mirovan (CCPR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) serlêdana malbata ji girava Kîrîbatî ya li Okyanûsa Pasîfîkê nirxand û destnîşan kir, tevî ku daxwaza penaberiyê hatibe redkirin jî guhertina avhewayê dikare bibe sedema penaberiyê.

Di biryarê de hate destnîşankirin ku guhertina avhewayê bi rengekî pîvanî dikare di dozên penaberiyê de rola xwe hebe.

GELEKÎ GIRÎNG TÊ DÎTIN

Pisporên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, biryara Komîteya Mafên Mirovan dikare bandorê li serlêdanên dema bê yên ji ber guhertina avhewayê bike. Ji pisporên Neteweyên Yekbûyî Yûval Shany anî ziman ku biryar wê di mijara penaberiyê de standartên nû bi xwe re bîne.

Di daxuyaniya Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) de hate ragihandin ku biryara li ser serlêdana penaberê ji girava Kîrîbatî hatiye wergirtin biryareke 'dîrokî' ye.

GILÎ JI BER ÇI HATIBÛ KIRIN?

Kîrîbatî ya li Okyanûsa Pasîfîk ku herêmeke berê ji aliyê Îngilizan ve hatibû dagirkirin, ji gelek giravan pêk tê û bi qasî 800 kîlometreçargoşeyî xwedî qdekê ye. Nifûsa xwe jî 120 hezar kes e. Girava herî mezin a vî welatê ji giravan Tarawa ye û berfirehiya xaka wê li hin deveran dadikeve heta 300 metreyî.

Penaberê Kîrîbatî yê serî li komîteyê da, di sala 2015'an de ji Zelanda Nû hatibû dersînorkirin. Penaber gotibû, ji ber germahiya global ava okyanûsê bilind bûye û welê li gelek giravên welatê wan kiriye ku mirov nikaribin lê bimînin. Penaber her wiha destnîşan kiribû ku kêmbûna qada çandiniyê ya li welatê wan û tevlîhevbûna ava vexwarinê û ava şor encamên yekser ên guhertina avhewayê ne.

DOZ HATE REDKIRIN, LÊ HINCETÊN WÊ MAFDAR HATIN DÎTIN

Di biryara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku li Kîrîbatî bi asteke têrker mekanîzmaya parastinê heye û ji ber vê yekê jî serlêdana penaber red kir. Lê di biryarê de hate destnîşankirin ku eger guhertina avhewayê gefê li jiyana mirovan bixwe hingî nabe ku penaber bên dersînorkirin.