WHO: Kanser wê 81 ji sedî li welatên xizan zêde bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, li gorî texmînan wê li welatên xizan an jî rewşa wan a aboriyê ne zêde baş e, wê heta sala 2040'î kanser bi rêjeya 81 ji sedî zêde bibe. Sedema vê jî kêmaniya çavkaniyane ya ji bo wergirtina tedbîran.

WHO ya ser bi Neteweyên Yekbûyî bi raporekê diyar kir, ku eger meylên heyî dewam bike wê li cîhanê nexweşên kanserê di nava 20 salên bê de 60 ji sedî zêde bibe.

WHO'yê di sala 2018'an de 18.1 milyon nexweşên nû yên kanserê tespît kir. Tê payin ku ev hejmar heta sala 2040'î bigihêje heta 29 heta 37 milyon kesî.

Tê payin ku herî zêde li welatên hatineya xwe kêm e û rewşa xwe ya aborî ne zêde baş e zêde bibe. Balkêş e ku ev welatên navborî di heman demê de ew welat in ku rêjeya saxmayinê lê kêm in. Li gorî texmînên WHO'yê li van welatên navborî wê heta sala 2040'î rêjeya nexweşen kanserê 81 ji sedî zêde bibe.

Ji bo sedema vê yekê jî WHO balê dikişîne ser kêmaniya derfetên ji bo xizmetên tenduristiyê, tedawiyê, tespîtkirina nexweşiyê, pêşîgirtina li kanserê û derfetên kêm ên ji bo tenduristiya zarok û dayikan û têkoşîna li dijî nexweşiyên şewbê.

Ji berpirsyarên WHO'yê Dr. Ren Mînghûî got, "Ev yek hişyariyeke ku divê em li dijî newekheviya navbera welatên xizan û dewlemend a di mijara xizmetên tenduristiyê de têbikoşin."